Av. Sedat Yurtdaş-Yazar
Gelîyê Kelkomê û Bersîva Gelî -(HALÊ DAWÎN)
«Min navê xwe kola li bircên Dîyarbekir
Ez Şêx Seîdê kal, Bijijk Fuad im….»
Ciwan Haco
«Tu gula şêxan î bira
Biçûkê biran î bira
Xûliyê di şewqan î bira
Hêsir, dîl e destê misto kemal qanûna tersê giran î bira»
Şakiro
Dawîya vê hefteyê em ê berê xwe bidin Gelîyê Kelkom a Pîranê.
Ev ne tenê gerînek e, ev rûniştineke bi pîrozî ye li gelîyekî, ku dilê dîroka Kurdan bi keserên demên wenda lê dixe.
Gelîyê Kelkomê, ew devera ku çiyayên bilind û kanyona kûr ku mîna pirtûkekê vekirî ye, li wir her kevir, her dar, her bayê ku di navbera zinaran de diherike, çîrokekê vedibêje.
Ew çîrok ne tenê ya şer û berxwedanê ye, ew çîroka hêviya azadiyê ye ku sed û yek sal e bê navber hîna di dilê me de, bi dildepînan dijî û lê dixe .
Pîran û Gelî: Cihê Pîrozî û Berxwedanê
Ev gelî, ev kanyon, ev devera ne tenê cihê xwezayê ye.
Ew cihê ku Şêx Seîd û hevalên wî di wan rojên zehmet de tê de veşartî bûn,
Cihê ku ew bi hêviya azadiyê meşîyabûn,
Cihê ku ew bi biryara xwe ya mezin li hember hêzên pir mezin rawestîyabûn.
Cihê ku li ber xwe dabûn.
Cihê ku şerê xwe kiribûn
Cihê ku bi mêrxasî têk çûbûn.
Em di heman demsalê de, di heman rojên Gulana 1925an de, dê li wir bin.
Em ê li wir bimeşin, em ê li wir guh bidin dengê dîrokê.
Em ê herin Pîran a ku navê xwe yê resen ji «pîr» an girtîye.
Pîran a ku navê xwe yên giranbûha, ji kesên «pîroz» girtîye.
Pîran a ku navê xwe yên dîrokî,
Ji rûsipîyên oldar,
Ji kesên ilmdar,
Xwenda û zanayan girtîye.
Em ê herin Pîran a ku navê wê mîna ronahiyeke pîroz li ser axa Kurdan her dibiriqe.
Lê!..
“Pîr” ne tenê kal û pîr in,
Ew kesin ku rûsipîtîyê dizanîn, îman û berxwedanê xwîna xwe de dehebînin.
Îro navê wê Dîcle be jî, di dilê dîrokê de ew her tim Pîran e.
Cihê ku pîrozî û azadî bi hev re geş dibin.
Pîran a ku serhildan a Şeyh Seîdê Kal lê destpê kirîye.
Pîran a ku bi çar alî yên xwe ve û bi hemû deverên xwe ve bûye şahidê serhildana Rêxistina Azadî yê.
Pîran a ku ji wê rojên karesatê vir ve, li ser birînên xwe yên nekewîyayî hîn dinale.
Pîran û Gelî ne tenê şahid in, ew hevkarên destbirakên sed salî ne.
Dengên Nemir
Dema ku mirov li wan qêrîn û nalînan,
Li wan nalîn û bangîn ên ku her yek bûye kilamek nemir
Di ziman û zeman û dengê dengbêjan de, her xwe digihîne guhên xelkê.
Her kilam, her stran, her dengbêjî mîna pirekê ye ku wan rojan dighîne me.
Dengê Ciwan Haco, dengê Şivan Perwer, dengê Şakiro û Marûf hemû dengbêjên ku ev çîrok anîne ziman, hîna jî di nav me de her dijîn û dibêjin.
“Em li vir in, û em ê ji bîr nekin!
«Şêx Seîd» ku mîna «Mîrê min», «Şehîdê min», «Rêberê min», «Qehremanê min», «Qutbê Çîyayê Bîngolê», «Berxwedêrê azadiyê», «Kekê Xiyaseddîn» «Gula Şêxan» «Biçûkê biran» «Bira Xûliyê» hîn bi gelek taybetmendîyên din dihê binav kirin.
Lewra amade be Gelîyê Kelkomê.
Pirsên me yên bê bersîv hene!..
Ka gora Şêy Seîdê Kal?
Ka gorên 47 şehîdên welêt?
Ev pirs ne tenê pirs in, ev lêgerîneke di hûrgilîya dîrokêde ye.
Em dixwazin bizanin ku ew şehîd li ku ne,
Da ku em serê xwe li ber wan bitewînin.
Da ku em deynê xwe yê rêzdarîyê bidin wan.
Da ku em bizanibin axa pîroz li kêrê termên wan nixûmandîye.
Da ku em li wir, li ber serê wan ji wan re duayên xwe bikin
Da ku em li wir soz a berdewam a têkoşînê bidin
Ji ber çi Sûrên Amedê hîn nakêlim in?
Qada Derîyê Çîyê, çawa debar kir, çawa debar dike?
Gelo di bin vê bêdengi û debara bi zahmetî de qêrînên mezintirîn ne veşartî be?
Ku her lehengek xwedî dê û bav, xwedî jin zarok bûn.
Xwedî bira û xûşk nas û dost bûn.
Xwedî heval û hogir, xwedî bîr û bawerî bûn.
Ku her yek, di ser pozê xwe re mêrxas, zana û rêber bûn.
Loma ez ê li vira, yek bi yek û bi rêzdarîyek kûr navên wan bibîr bînim.
Divê êdî ew ne bi tenê di kilaman de, di rastîyê de, navên wan di bin yên Şêx Seîdê Kal de li ser Bedena Dîyarbekir bi Kurmancîya Reş bihê kolan, bihê nivîsîn.
Biryara nehênî ya gorên wan divê bihê rakirin,
Biryara ji zalimîyê zalimtir, bihê betal kirin.
Deynên wan ên ku, ev sed û yek salin di hustîyê me tevan de, mîna biryara daliqandinê, daliqandî sekinî ye, divê bê sax kirin.
📷
Navên Şehîdên 29’ê Pûşperê 1925anYên ku li Sûrên Amedê hatine darve kirin:
1. Şêx Seîd,
2. Şêx Ebdullahê Melekanî,
3. Kamîl Beg,
4. Baba Beg,
5. Şêx Şerîf,
6. Fakih Hesen Fehmî,
7. Hecî Sadiq,
8. Şêx Îbrahîm,
9. Şêx Elî,
10. Şêx Celal,
11. Şêx Hesen,
12. Mehmed Beg,
13. Mistefa Beg,
14. Salih Beg,
15. Şêx Ebdullah,
16. Şêx Omer,
17. Şêx Adem,
18. Qadirî Beg,
19. Mela Mehmûd,
20. Şêx Şemsedîn,
21. Şêx Îsmaîl,
22. Şêx Ebdullatîf,
23. Mela Emîn,
24. Elî Ereb Ebdo Beg,
25. Mehmed Beg,
26. Silêman Beg,
27. Mela Cemîl,
28. Silêman Beg (Kurê Omer Beg),
29. Silêman Beg,
30. Tahîr Beg,
31. Mehmûd Beg,
32. Şêx Elî,
33. Hecî Xalîd,
34. Tîmûr Axa,
35. Ebdullatîf Beg,
36. Mehmed Beg,
37. Silêman Beg,
38. Behrî Beg,
39. Şêx Cemîl,
40. Yûsif Beg,
41. Elî Bedan Beg,
42. Xalîd Beg,
43. Xalîd Beg (Kurê Nadîr Beg)
44. Tahîr Beg,
45. Teîp Elî Beg,
46. Çerkeş,
47. Cendirme Hemîd.
Navê Dr Fuad di nava 47an de tune ye. Ji ber ku ew berîya wan hatîye girtin û hatîye darizandin . Di 16ê Avrêlê de derheqê wî de biryara darvekirine dane û di 17ê Avrêlê de jî biryar bi cih anîne.
Înfaz kirin e.
Jîyana her yekî ji yên din bi rûmet û giranbûha ye.
Heye ku gelek xwîner di hundirê xwe de bi nivîsandina navên cangorîyan rexnê li min bigirn.
De werin dîyarê seyra me!
Bawer dikim pirên we dizanin him diyayê û him jî li Tirkîye li gelek bajar û navçeyan goristanên kûçik û pisîk û kêvroşk û yên meymûna jî henin.
Em xwedêgiravî di sedsala bîst û yekan de ne.
Nizanim çend deh mîlyon in,
Nizanim çiqas bi rêxistin û deh ewqas sîyasetmedar û dîplomat in.
Çendîn pêvajoyan re derbas bûne û hîn derbas dibin…
Êdî bes e!..
Gelîyê Kelkome!
Divê tu me derxînî wê rêwîtîya çûn û nehatinê.
Roj bi roj, şev bi şev, dan bi dan, saet bi saet, gav bi gav…
Belê neheqî bû,
Belê provokasyon bû,
Belê destdirêjî bû,
Belê bêhurmetî bû,
Belê bêamadetî bû,
Belê bêsebrî bû.
Lê bû!
Roj û saet temam bibû û bû.
Qewûmî.
13 Sibata 1925an da destpêkir. 15 Avrêlê 1925an de li ser Pira Abdurrahman Paşa,
Bi alîkarîya «Kurmê Darê»
Ji rûyê kevne Serdar Qasim ê sîxur
Hatin girtin û serhildan bi dawî bû.
Di wan rojan de Şêx Seîd û kadroyên serhildanê yên sereke di bin ewlehîya tund a leşkerî de ber bi Amedê ve birin.
Serhildan ji aliyê leşkerî ve hate tepisand in,
Lê darizandin hîna dest pê nekiribû.
Li Enqereyê hewayeke pir tund hebû,
Hikûmetê serhildan wekî “îxanet” pênase dikir.
Çapemenîya ku bi sansurê hatibû girtin bêdeng temaşe dikir.
Lê rojnameyan di bin sîwana Hikumetê de Şêx Seîd wekî “xayîn” û “murtecî” nîşan didan.
Gelîyê Kelkomê divê tu hemû çîrokên wan 62 rojan ji me re kîte bi kîte vebêjî.
Kînga hatin,
Kînga xwe avêtin bextê te.
Çiqas westîyayî bîrandar tî û birçî bûn,
Çiqas bi kêf û bi eşq û bibiryar bûn,
Çiqas man,
Tu çiqas bûyî wargeh û sitargeha ji wan xasan re.
Te çawa ew pêşwazî kirin,
Wan çawa ji te xatir xwest in.
Ger tu mîna ewran neşiqî jî bi pistepist ji me re vebêje.
Em ê bi dilê xwe yê tijî hêvî,
Bi lingên xwe yên ku li ser axa pîroz dimeşin, bi baldarî tên
Di wan rojên ku li jor teyareyan li jêr tank û topan bê navber erîş dibirin ser wan.
Li çargoşeyên Amed, Xarpêt, Çewlig û Mûşê Bêyî ku bibêjin «off»
Şerê xwe kirin.
Di bin man û nemana rêwîtîyê de
Geh bi pîyan û geh siwarî
Pênc sed kîlometre rê li pêy xwe hiştin?
Kronolojîye 1925an vebêje
Gelîyê Kelkomê.
· 13-15 Sibat Piran, destpêka serhildanê.
· 16-20 Sibat Lice û Darahênê, tevgera eşîran.
· 21 Sibat – 7 Adar: Dîyarbekir dorpêçkirin û şerên li Deriyê Mêrdîn û Deriyê Çîyê.
· 8-25 Adar: Genc û Palo vekişîn û parastina li gelîyan.
· 26 Adar – 7 Nîsan: Bîngol û Qerçîxan derbaskirina ber bi bakur rojhilat.
· 8-15 Nîsan: Gimgim hewldana çûna derve û girtin.
De bêje Gelîyê Kelkomê
Ew çi pêlek ji binî bû,
Ew çi bagerek ji ezmanan da hate xwar,
Lê dinya her derewîn, felek xayîn û bêbext bû.
Dengên wan qet nehat bihîsitin.
Tekoşîna wan bi tevahî hate reş kirin.
Dewletên mezin û piçûk bala xwe dane alîyeke din.
Bi çavên kûran temaşe kirin.
Bi guhên kerran guhdarî kirin.
Ne xema wan bû ku hemû maf di zik hev dihate binpê kirin.
Kurd jî kurmancî jî tune îlan dikirin.
Cîhana rojava bi taybetî Brîtanya û Fransa
Berê Qanûna Teqrîrî sikûn pesend kirin.
Zordestîya li ser çapemenî û muxalefetê wekî parastin a komarê dîtin.
Erê kirin.
Ji bo Hikûmeta Mistefa Kemal û İsmetê Kerr zemîna sîyasî û dîplomasîyê amade kirin.
Birîtanya yê bi balafirên xwe yên ku ji baregehên Iraqê radikirin,
Tevgera serhildêran di şopandin û agahî didane Hikûmeta Tirkiyeyê.
Hikûmetê jî li reşahîyê bi rêhesinan leşker û cebilxane bi rehetî dişîyand herêmê.
Derdora herêmê dorpêç dikir.
Bajar û navçe û gund dorpêç dikir.
Nedihişt ku serhildan li herêmên din belav bibe.
Bi hemû hêza xwe difetisand.
Fetisand.
Dîsan jî em ê bi hêvîyên mezin
Bi hêza tekoşîna dûr û dirêj
Û bi hezkirin, bi evîn werin serlêdana te
Gelîyê Kelkomê!
Gotinên Dawîn ên Şehîdan
Hemû dinya dikek, şanoyê ye,
Em jî lîstikvanên ji rêzê ne.
Rêjeyek pir biçûk baş, yên mayî hew ji bo demekê şanogehê dagir dikin.
Lê Şêx Seîd û hevalên xwe, mirovên pir mezin bûn ku dîrok çêkirin,
Ew rêberên gel bûn.
Danexwarin.
Serî netewandin.
Ne dan paş û ne dan pêş.
Gotinên xwe rasterast ji dîrokê re vegotin û hiştin.
Dema derketin pêşberî dozger û dadgerên bêrehim û bêdad
Dadgeha Îstîklal (Serxwebûna) a Şerqî û dema li ber kindira sêdar ê de:
Şêx Seîd:
«Ger mirina min ji bo Xwedê û dîn be, ez ji asêbûna li dara darvekirinê natirsim!..»
Di koça xwe ya dawîn, di kêlîya herî dawîn de bêtirsîya xwe mîna şîrmaqekê li rûyên bêrûyan xistî ye!
Salih Begê Hênê: Ku camêr bi Kurdî, Kurmancî û Kirdkî (Dimilkî), Bi Erebî, Tirkî Osmanî û Tirkî, Farsî, bi Fransî û Îngilîzî dizanî bu. Li hemberî bêdadan :
«Na, ez mirovê ku were xapandin nînim. Şêx Seîd Efendî nikare min bixapîne ne jî zorê li min bike. Tevgerên hikûmetê yên dijî şerîata pîroz ev rewş derxist holê. Şêx Seîd tenê kibritek bû. Ger ew nebûya, yekî din ê bikira. Amadekarî hebû, kî li serî bûya jî ev ê çêbûya.»
Şêx Ebdulrehmanê Efser (Birayê Şêx Seîd):
« Me ji bo xatirê dînê Îslamê û serxwebûna welatê xwe ev tevger da destpêkirin. Em li hemberî zilmê sekinîn û em ê heta dawiyê li ser vê riyê bin. »
Şêx Şemseddînê Mûşî:
« Hûn nikarin me bi qanûnên xwe yên ku li dijî şerîet û baweriya me ne tawanbar bikin. Em li gorî pîvanên xwe tevdigerin. »
Mele Xalidê Melekanî:
« Mafên me yên rewa ji me hatine standin. Em tenê mafên xwe yên xwezayî û olî dixwazin. Ji ber vê yekê berxwedana me ne sûc e, lêgerîna edaletê ye. »
Feqî Hûseyin:
« Hûn dikarin laşê me bikujin, lê hûn nikarin bîrdozî û baweriya me tune bikin. »
Dr Fuad Beg (Erkmen): Di dema darizandina «Dadgeha Serxwebûnê ya Şarkê» de,
Dozger ji Dr. Fuad re gotiye:
«Bêje ez tirk im. Em te ji îdamê bifilitîn in»
Bersiva Dr. Fuad a dîrokî û bi rûmet a li hemberî vê pêşniyarê wiha ye:
«Na ez ne Tirk im. Bavêmin Zazayê Çêrmûgê ye diya min jî Dîyarbekirî ye. Min her tim xeyal dikir ku ez ji bo welatê xwe Kurdistanê bibim qurbanekî mêrxas. Bêguman, li ser vê axa ku em lê tên darvekirin, rojekê dê ala serxwebûnê bê bilindkirin.»
Bersîva Gelîyê Kelkomê
Em serê sibehê saet pênc û çaryekê de rabûn. Dema em bi çar dolmîşan gihîştin Gundê Sêargûn ê girêdayî Arıcak a Xarpêtê, saet dehan kêm çaryek mabû. Ev rota ji bo
jî rotayek nû bû. Du mamosteyên hêja demeke berê ev der keşif kiribûn û ev cara yekemîn bû ku em tev bi hev re diçûn.
Mîna her rêya nû, em tev di miraq û heyecanê de bûn. Ji xwe zehmetiya meşê di ser dehan re heft hatibû nivîsîn. Ev ji bo me û gelek kesan têra xwe giran bû. Ji aliyê din ve jî, ji ber barana ku ev çend roj bûn dibariya, erd gelek herî bibû û bûbû celb. Loma me dolmîşên xwe bi qasî sê kîlometre dûrî destpêka xala meşê hiştin û peya bûn. Mamosteyên bi tecrûbe di destpêkê de hişyariyeke gelek xurt dan:
«Kesên ku ji xwe ne bawer in, bila di dolmîşê de bimînin an jî herin gundên nêzîk bibin mêvan. Lê kesî dev ji meşê berneda.»
Mamoste, an bêjin Ser Mamoste domand: «Heyam bi ewre. Îhtîmale ku baran bi birûskan bibare. Ger we dît ku birûsk lêxist, bizanibin tenê heşt saniye wext heye! Di wê kêlîkê de batonên xwe ji xwe dûr bavêjin ku birûsk li we nekeve. Belê em her car dibêjin lê vê carê teqez guhdarî bikin. Yek bi yek bi rêz bimeşin. Di navbera hev de çend metreyan bihêlin. Ger birûsk vede qe nebe bila kesek xisarê bibîne an jîyana xwe ji dest bide. Ji xisar dîtina sê çar kesan an mirina sê çar kesan çêtir e. Ew ê du mamoste li pêş bin, dudu li navendê ez ê jî dûvajo bim.»
Me dest bi meşê kir. Cihekî pir û pir xweş bû. Erd bi gîyayên bilind ku botên me tê de wenda dibûn, bi hemû cûreyên keskî ve xemilandî bû. Di nava wê keskîya zindî de sor, zer, mor û spî, hemû rengên xwe ve bi kulîlkan, bi kulîlkên çolterê, xwezayê ve tije bû. Erd mîna xalîçeyeke raxistî bû. Daristanek bi darên çilo bi darmazîyan wezayê xwe tewaw dikir. Ji ber barana ku ev çend roj bûn her dibariya, bêhna heriyê, bêhna kulîlkan, bêhna çêrê û herî zêde jî bêhna çilo, darên mazî yên mezin û bilind û pelên hêşîn dil û cegerên merivan tije dermanê jiyanê dikir.
Em bi qasî saetekê meşiyan şûnde baranê got: «A ji te re!» û xwe dest bi barînek bi kulman kir. Dengê birûskan li hev ketin. Piraniya me cibaranên xwe yên rengîn derxistin û zûzûka li xwe kirin. Yên ku cilbaranên wan tune bûn jî, hinek hevalan bi comerdî baranokên xwe yên zêde, şûnger dane wan. Êdî minneta me ji baranê jî tune bû. Lê piştî saet û nîvekê, herî hindik ji me nîvê meşvanan ji pêlavan heya cilên binî her ku diçû şil dibû. Hingê gelek me di hundirê xwe de, lê çend kesan jî bideng digotin:
«Bi perê xwe ve rezîl bûn ev e!»
Lê di rastiyê de em tev ji bedewiya çîya û dar û zinar û pel û kulîlk û hewaya paqij dikarim bêjim ku serxweş bûbûn. Ji xwe ve diçûn. Dûre baran jî sekinî. Lê em li gorî pîvana Mamosteyan dereng diman. Ji ber vê yekê Ser Mamoste dûvajovanî berda hinek mamosteyên din û wî da pêşiyê. Hîngê me rê û kaş û pal û berpal û derbasok û fetloke bi lez û bez li pişt xwe hiştin û meşiyan.
Di bêhnvedana sisêyan de me ser berbankek xwezayî ji bo navrojê navber da. Berbank bêje û bisekine. Mîna şaneşînek xwedawendî ya xweştirîn cihek bû. Bi zinarên tûj, qulqulî û pahn ve pêkhatî bû. Herkesî li gorî xwe xwarin anîbûn. Gelek grub li hev rûniştî bûn tiştên ku anîbûn li hev belav dikirin. Her çiqas qahwe di van salên dawîn de zêde were vexwarin jî li meşê, li xwezê tu vexwarinî çûna çayê nagire. Lewra di piştçentê herkesî de teqez av û çay heye.Ji xwe bi sekinê re her kesek bi telefonên xwe yên destan dest bi kişandina wêneyan dikir.
Ji bo gelekan ya girîng ne xwarin û vexwarin e, xwarin û vexwarin hew ji bo mecbûriyetê ye. Ya herî xweş wêne kişandin, wûçdan e.
Di pêy firavînê re, me hîn bi lez rê wergirt. Dema em gihîştin dîyarê Çiyayê Kelkomê, careke din dîmenek nedîtî ji çar aliyan ve xuya bû. Lê herî zêde newala Çemê Dîcle baskê Muradê, mîna marekî fetloke dida xwe û bi hêza xwe ya tevlî herî di rengê sorî de diherikî. Dengê herikîna wî ya harharî xwe digihand guhên me.Wê rojê me di ser bîst û çar hezar gav û di ser panzdeh hezar kîlometre meşiyan.
Min di wê meşa efsûnî de gelek deng bihîstin. Ji xwe her tişt wenda dibe lê deng wenda nabin. Deng her dimînin. Di ser re çend sal derbas bibe jî deng ha bi qêrîn ha bi piste-pist xwe digihînin merivan.
Ez im Geliyê Kelkomê!
Newala Kelkomê!
Çiyayê Kelkomê!
Daristana Kelkomê!
Ez şahid im.
Sed û yek salan min di singa xwe de veşart, parast.
Ew hatin…
Bi lingên westiyayî, zikên birçî, laşên birîndar,
Lê çavên wan ronî bûn ji hêvî û baweriyeke mezin.Wan dilê xwe li min vekir,
Min jî dilê xwe li wan vekir.
Ez bûm mêvanxaneya wan,
Ez bûm sitara wan a tarî,
Ez bûm warê wan ê germ,
Ez bûm kezebşewitîya wan a dijwar.
Li min rawestiyan.
Carinan baranên guleyên dijmin li ser me dibariya,
Dengê topan û teyareyan wek birûskê di nav rehên min re diherikî.
Lê ew ne tenê şer dikirin,
Ew di nav min de diheliyan jî, wek ava çiyê di nav keviran re.
Hinek ji wan, her yek li cihekî veşartî,
Niha di bin axa min a şîn de radizin.
Bê nav, bê nîşan, bê goristan.
Lê navên wan hemû ez im.
Nîşanên wan hemû ez im.
Em hîn jî carinan bi hev re diaxivin…
Di nav bayê şevê de, di nav pelên daristanê de,
Di nav dengê çemê ku di newalê re diherike de.
Ew mêvanên min ên herî pîroz in,
Mêrxasên min ên nemir.
Heyf û mixabin ku li gel vê qehremaniyê,
Xayînî û neheqî jî dîtin.
Lê dema tu ji wan bipirsî,
Ew tenê qala pola bûnê dikin,
Tenê qala hevaltiyê,
Tenê qala azadiyê dikin.
Ew afûkarên herî mezin in…
Çawa ku çiya afû dike baranê,
Çawa ku daristan afû dike agirê.
Geliyê Kelkomê ez im.
Newala Kelkom ez im.
Çiyayê Kelkomê ez im.
Û ez hîn jî li vir im…
Bi hemû birînên xwe, bi hemû bîranînên xwe,
Bi hemû dengên wan ên ku di nav min de nemir mane.















