Ana Sayfa Şiir- Helbest Behroo Shojai- Bo Fermande Ziyad

Behroo Shojai- Bo Fermande Ziyad

Bo Fermande Ziyad
Bo Fermande Ziyad
Te dizanî
Te dizanî hûn kêm in.
Te dizanî ew mişe.
Û te dizanî kesek tune bihête hawara te.
Lê hêşta, tu sekinî.
Ne ku jiber şeydayê mergî bî,
Lê jiber ku te berzebûn qewirand.
Sekna te ne bo serkeftinan bû.
Tu bo şahidîyê sekinî.
Da paşê kes nebêjît
Eşrefîye û Şêx Meqsûd bêdeng keft,
Û kurd bêyî nîşan wenda bûn ji wir.
Tu giran sekinî, bê qal û qîr.
Bi westîyan, ne xeyal.
Girêdayî bi wan xort û keçan re, ne bi druşman,
Lê bi berpirsyarîyê.
Te zanîn bire cihekê ku zanîn li wir ewil dihête sirrîn.
Te tixûb birine şerekê ku tixûb têde têne siza kirin.
Tu li cihekê sekinî ku êdî awez lê bêwate ma.
Ku xwe-parastin lê wekî neyasayî hate bi nav kirin
Û zordarî bû yasa.
Û hêşta tu sekinî.
Ne ku serdest bî.
Yan vegirî.
Na, tu sekinî da jiyana kurd bê berxwedan nehête sirîn.
Tu wenda nebûy.
Di bêdengîyê de nehelîyay.
Nebûy amar yan jêrnotek.
Tu têra xwe sekinî heta rastîyê nîşan bikî.
Tu têra xwe sekinî heta naberaberîyê eşkere bikî.
Sêsed kes li hember sî hezar kesî.
Sekna te ya Hebûnê bû li hember tunekirinê.
Tu têra xwe sekinî da bêjîye me,
Ev ne tevlihevî bû
Ev bêdadîyeka bidestûr bû.
Em şîna te dikin ne ku jiber ku tu ketî.
Em digirîyên ji ber vê dinyayê tu heq nekirî!
Ruhê te aram, fermande,
Lê vê bizane.
Ya ku hilweşîya ne birmênîya te,
ya hilweşîya ew cih bû ku exlaqî neşîya têde henasê bikêşît
Tu sekinî heta ku feza perçiqî.
Û em wê rastîyê di dilê xwe de hilberin,
Herçende vê kêlîyê henasekêşan sext e.

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

Son Haberler